Parlamentoya Azerbaycanê hate hilwesandin

28 June 2024 16:55 0 dîtin
Parlamentoya Azerbaycanê hate hilwesandin

PeyamaKurd – Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, Meclîsa Milî ya Azerbaycanê hilweşand.

Di daxuyaniya serokomariyê ya derbarê mijarê de hate gotin ku Serokomar Alîyev biryara hilweşandina parlamentoyê daye û biryarnameya hilbijartinên pêşwext îmze kiriye.

Hate diyarkirin ku piştî hilweşandina parlamentoyê hilbijartina ku biryar bû di meha Mijdara 2024an de bê kirin, du mehan hatiye pêş û wê 1ê Îlona 2024an roja Yekşemê bê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye, bi sedema ku Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) di rojên 11-22yê Mijdarê de li Bakuyê tê lidarxistin, bi hinceta ku dikeve ber dema lidarxistina hilbijartinê opozîsyona Azerbaycanê banga hilbijartina pêşwext kiribû û 21ê Hezîranê jî di dengdana parlamentoyê de ew daxwaz hatibû qebûlkirin.