Parlementoya Awrûpayê parêzbendiya 2 parlementeran radike

31 January 2023 23:36 0 dîtin
Parlementoya Awrûpayê parêzbendiya 2 parlementeran radike

PeyamaKurd – Li ser lêpirsîna gendeliyê an ku ruşwetê ya di derbarê dû endamên Parlementoya Awrûpa de, ji bo rakirina parêzbendiya her dû parlementeran, di komîsyonê de, di dengdanê de biryara rakirina parêzbendiya her 2 parlementeran derket. Lêpirsîna gendeliyê ku li Belçîkayê dewam dike, parêzbendiya Andrea Cozzolino ya Îtalî û ya Marc Tarabella ku Belçîkayiye, biryara rakirina parêzbendiya wan hat dayîn.

Parlementerê Fransiz yê bi navê Manon Aubry rapora wan amade kiribû û dabû komîsyonê. Aubry, di ragihandina xwe ya piştî civîna komîsyonê de weha got:

“Komîte heya niha bilez biryarekî weha nedabû. Ji bo edalet were cîh, me xwest em bilez tevbigerin.”

Ji bo rakirina parêzbendiya her dû parlementeran ya bi temamî, divê rapor di civîna giştî ya Parlementoya Awrûpa de bixin ber dengdanê.