Pêsmergeyan ISÎD ji Çiyayê Qereçoxê derxistin!

17 July 2018 14:45 0 dîtin
Pêsmergeyan ISÎD ji Çiyayê Qereçoxê derxistin!

PeyamaKurd- Hêzên pêşmergeyan li Çiyayê Qereçoxê li dijî IŞÎDê operasyonek dabû destpêkirin. Îro IŞÎD ji herêma Qereçoxê hate paqijkirin û operasyon jî hate bidawîkirin.

Ji ber ku Çiyayê Qereçoxê hinekî asê bû, ji çend aliyan bi hev re operasyon tedrîcî hatibû despêkirin. Hat ragihandin ku IŞÎD ketibû şkeftekê de û devê şkeftê jî bi keviran girtibûn. Pêşmergeyan operasyon li şkeftê kir û hemî endamên rêxistinê kuştin an jî girtin.

Di derbarê operasyonê de Berpirsê Hêzên Pêşmergeyan yên Mexmûrê Sirwan Barzanî daxuyaniyek da û got ku me bi piştgiriya hêzên hewayî yên koalîsyonê li Çiyayê Qereçoxê li dijî IŞÎDê operasyoneke berfireh pêk anî. Operasyon wê heta êvarê dewam bike. Heta niha bi qasî 14 endamên IŞÎDê hatine kuştin. IŞÎD li herêmê pir talûke bû, hê ew bi hêz nebûyîn, divê me operasyonek kiribana. Wextê ku hêza wan hebû, wan êrîşî sivîlan û Herêma Kurdistanê dikirin.