Peyamên Erdogan û Kiliçdaroglu: Sindoqan biparêzin!

14 May 2023 19:30 0 dîtin
Peyamên Erdogan û Kiliçdaroglu: Sindoqan biparêzin!

PeyamaKurd- Piştî bi dawîbûna proseya dengdayînê ya li Tirkiyeyê ku dê serokomar û parlamento bê nûkirin, ji namzedên Serokomariya Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu, banga xwedîderketina li sindoqan kir.

Namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu û Namzedê Tifaqa Cûmhûr Recep Tayîp Erdogan, piştî girtina sindoqên dengdayînê, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bang li peywirdarên sindoqan kir ku xwedî li deng û sindoqan derkevin.

Erdogan di peyama xwe de got,

“Hemd ji Xwedê re li gelemperiya welatê me, proseya dengdayînê li gorî lêhatina demokrasiya me bi dawî bû. Niha wekî her carê, dem dema xwedîderketina zexim a sindoqan e. Heta ku encam teqez dibin, parastina vîna gelê me berdewam bikin.”

Peyama Kiliçdaroglu jî bi vî awayî ye:

“Ez dixwazim bang li lehengên demokrasiyê bikim. Heta ku girteka dawî ya sindoqê ya destnîşankirî were radestkirin, çi dibe bila bibe; bi tu awayî ji ser sindoqan neçin. Nîşandana vîna gel a bi awayekî tekûz û rast, bi lehengiya we ve girêdayî ye. Hûn ê bibînin, dê westandina we berhewa neçe.”