Pompeo yekem car serdana Rûsyayê dike
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hefteya pêşiya me serdana Rûsyayê dike û bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û hemkarê xwe yê rûsî Sergey Lavrov re dicive.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku dê Pompeo yekem serdana xwe ya wekî wezîrê derve bo Rûsyayê bike û 14ê Gulanê li Soçiyê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Pûtîn re hevdîtinan pêk bîne.
Herwiha dê Pompeo 13ê Gulanê jî pêşî biçe Moskowê û li wir jî bi dîplomatên amerîkî û karsazan re bicive.
Tê çaverêkirin di serdana Rûsyayê de, dê pêwendiyên dualî û neliheviyên navnetewî yên herdu welan werin gotûbêjkirin.
Serdana Pompeo di demekê de ye ku têkiliyên Rûsya û Amerîkayê ji ber pirsên Îran û Venezuelayê ketine rewşeke nebaş.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin