Qatarê 17 hemwelatiyên Îranê serbest berda
PeyamaKurd – Bi sedema ku bê îzna dewleta Qatarê ketine nav ava Qatarê, Qatarê 17 hemwelatiyên Îranê desteser kiribû. Balyozê Îranê yê Dohayê Hamid Dehkan, di ser hesabê xwe yê Twitterê de serbest berdana her 17 kesan ragihand û got:
“17 hemwelatiyên Îranê ku bi şaşî ketibûn nav ava Qatarê, bi hewldana Îranê û rêvebiriya Qatarê serbest hatin berdan. Tekneyên her 17 hemwelatiyên Îranê jî serbest hatin berdan û bi tekneyên xwe ve derketin ser rêya Îranê.”
Nehat gotin ku hemwelatiyên Îranê kengê ketine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin