Rûsya ji vegera leskerên Amerîkayê acize

27 October 2019 01:48 0 dîtin
Rûsya ji vegera leskerên Amerîkayê acize

PeyamaKurd- Rûsya bo Amerîkayê bi sedema vegera leşkerên wan bo Sûriyê bertek nîşan da û got ku ev eşqiyatiye. Berteka tund bi sedema ku Amerîka biryarê da ku sehayên petrolê yên li Sûriyê biparêze,lewra Rûsya nerazîbûna xwe diyar kir.

Bertek ji berdevkê wezareta bergiriyê yê Rûsyayê ji tumgeneral Îgor Konaşenkov hat. Konaşenkov weha got:

“Tişta ku niha Washington dike ew e ku sehayên petrola rojhilata Sûriyê bixe dest û wan kontrol bike, eger bi zimanekî dinê bê navandin ew jî ‘eşqiyatiya navdewletiye’ ”

Îro Amerîka bo sehayên petrolê yên ku di destê PKK/YPG ê de ne, bi teqwiya leşkerî xurt kir û konwoyeka leşkerî şand wan sehayan. Bi taybetî bo seha El Omer ya Dêrezorê ku jimara alavên leşkerî yên zirxî ji 30 heban zêdetir bû.

Konaşenkov di dewama beyana xwe de got ku temamê heyiyên li Sûriyê yên hîdrokarbon û mîneral bi temamî yên dewleta Sûriyê ne.