Rusya: Ukraynayê, li Pira Chonharê da!

06 August 2023 23:00
Rusya: Ukraynayê, li Pira Chonharê da!

PeyamaKurd- Parêzgarê Xersonê ku ji aliyê Rusyayê ve hatiye tayînkirin, îdia kir ku artêşa Ukraynayê bi moşekên Storm Shadow li Pira Chonharê ya ku Xersonê bi Kirimê ve girêdide da.

Parêzgarê Xersonê Vladimir Saldo îdia kir ku artêşa Ukraynayê, bi moşekên Storm Shadow pira Chonharê ya ku Xersonê bi Kirimê ve girêdide xistiye.

Saldo ragihand ku ji ber zirara pirê sewqiyata Kirimê bi rêya bajarên Çaplînka û Armyanskê dewam dike û amaje kir ku Ukraynayê li pireke din a ku bajarê Genicheskê yê Ukraynayê bi Erebat Spit ve girêdide ya li peravê Behra Azovê xistiye û got,

"Terorîstên rejîma Kievê bi giştî 12 moşek havêtin. Ji van 9 moşek ji aliyê pergalên me yên parastina asîmanî ve hatin jinavbirin. Di vê êrîşê di êrîşê de birîndar bûn. Ji ber xirabûna lûleya gaza xwezayî ya derbasbûyî 20 hezar kes bê gaz mane.”

Ji aliyê din ve pira Kirimê ya ku Rusya û Kirimê bi hev ve girêdide di sala dawî de du caran rastî êrîşan hat.