Sah Ebdullah serxwesî da Serok Barzanî

25 February 2024 11:11 0 dîtin
Sah Ebdullah serxwesî da Serok Barzanî
PeyamaKurd – Şahê Urdinê Şah Ebdulah bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî re kir û li ser wefata xwişka Serok Barzanî Zekiya Mistefa Barzanî serxweşî lê kir.

Şah Ebdullah di pêwendiya telefonî de, serxweşî da Serok Barzanî hevxemiya xwe bo koça dawî ya xwîşka wî Zekiya Mistefa Barzanî anî ziman.  

Xwîşka Serok Barzanî, Zekiya Mistefa Barzanî, roja Înê 23yê Sibatê li Hewlêrê ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.