Sanda Îranê diçe Erebistana Siûdî
PeyamaKurd – Îranê diyar kir, ji bo vekirina serbalyozxane û balyozxaneya Erebistana Siûdî heta dawiya hefteyê du şandên cuda wê biçin wî welatî.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Rêveberê Giştî yê Kendava Farsê ya Wezareta Karên Derve Elî Riza Enayetî di daxuyaniyekê de derbarê vekirina serbalyozxane û balyozxaneya Îranê de ragihand, şêwirên destpêkê bi Erebistana Siûdî re hatine kirin.
Enayetî bal kişande ser wê yekê ku şanda Îranê di karên xwe yên li Wezareta Karên Derve de gihîştiye qonaxa dawîn û got, "Hemû xebatên îdarî bi dawî bûne. Tê çaverêkirin ku heyet di dawiya hefteyê de biçe Erebistana Siûdî."
Enayetî diyar kir, du şandên cuda yên Îranê hatine erkdarkirin ku amadekariyên vekirina serbalyozxaneya li Riyazê û balyozxaneya li Ceddeyê bikin û tedbîrên pêwîst bigirin.
Enayetî bal kişand ser wê yekê ku divê şandên teknîkî bi hev re bicivin da ku rêkeftina asmanî ya ku di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin aktîf bibe û got, "Li ser vê yekê biryar hat dayîn ku geştên esmanî yên navbera Îran û Erebistana Siûdî ji nû ve bên destpêkirin." "
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan û Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê Feysel Bin Ferhan roja 6ê Nîsanê li Pekînê civiyan û li ser vekirina balyozxaneyên her du welatan, vegerandina geştên esmanî yên navbera her du welatan û hêsankirina vîzeyê li hev kirin.
Li daxuyaniya hevpar a ku piştî yekemîn civîna fermî ya li ser asta wezîrên karên derve yên Têhran û Riyazê piştî 7 salan hat weşandin hat ragihandin ku her du welatan li ser berfirehkirina hevkariyên xwe di hemû waran de li hev kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin