Sanda lêkolînkirina neftê serdana Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dê şandeke Iraqê ya Lijneya Derxistina Rastiyên Neftê, ji bo lêkolinkirina dahat û mijara neftê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Hat zanîn ku dê lêkolînkirina neft û enerjiyê ya 30yê Mijdarê piştî danûstandinên herdu aliyan, li Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye pêkanîn, wê serdana herêma Kurdistanê bike.
Lijne ji endamên Kurd û Ereb pêk tê ku biryar bû di nav du hefteyan de hemû agahiyên berhev kirine radestî parlamentoya Iraqê bikira.
Wê lijneya navborî bi bi berpirsên Hikumeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên neftê re civînekê li dar bixe û serdana dîwana çavdêrî ya Herêma Kurdistanê jî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin