Sandeke Parlamentoya Kurdistanê, diçe serdana Bexdayê

20 December 2022 15:30 0 dîtin
Sandeke Parlamentoya Kurdistanê, diçe serdana Bexdayê

PeyamaKurd- Parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Sebah Subhî ragihand ku şanda Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina 2 pirsgirêkên girîng di zûtirîn demê de dê biçe Bexdayê.

Subhî, li ser mijarê hûrgilî parve kirin û got, "Komîsyonên ku ji bo bidawîkirina hevdîtinên di navbera Şanda Herêma Kurdistanê û Şanda Bexdayê de li ser 2 mijaran hatine avakirin, dê biçin Bexdayê û şert û mercan gotûbêj bikin."

Sebah Subhî bi berdewamî got, "Herdu komîsyonan dest bi karên xwe kirin. Bi taybetî komîsyona ku li ser ewlehiya sînor dixebite, encamên girîng bi dest xistine. Li ser vê bingehê biryar hat dayîn ku Şanda Gotûbêja Herêma Kurdistanê vê hefteyê yan jî hefteya bê biçe Bexdayê.”

Parlamenterê PDKê tekez li ser wê yekê kir ku şanda ku dê biçe Bexdayê, dê li ser yasaya neft û gazê û her wiha pirsa ewlehiya sînoran gotûbêj bike û got ku di hevdîtinê de ew yasaya petrol û gazê ya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye derxistin, dê di warê navdewletî de çawa be. Dadgeh û kêşeyên teknîkî yên derxistina neft û gaza siruştî û got ku ew ê li ser çawaniya çareserkirina kêşeyan gotûbêj bikin.