Seferên Balafirgeha Hewlêrê hatin rawestandin

08 January 2023 11:04 0 dîtin
Seferên Balafirgeha Hewlêrê hatin rawestandin

PeyamaKurd - Seferên Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji ber rewşa xirab a hewayê û mija zêde hatin rawestandin.

Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand, îro 8ê Çileyê danê sibehê ji ber mija zêde seferên balafiran hatine rawestandin.

Hoşyar da zanîn ku nava rojê dema rewşa hewayê guncav bibe, wê sefer ji nû ve dest pê bikin.

Duh Şemîyê ji ber mija zêde ku mesafrya dîtinê daketibû 200 metreyan seferên Balafirgeha Bexdayê jî hatibûn rawestandin.