Serokê CHPê serdana Amedê dike

15 August 2024 12:54 0 dîtin
Serokê CHPê serdana Amedê dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Tirkiyeyê Ozgur Ozel, wê di 22yê Tebaxê de serdana parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê bike.

Li gorî bernameyê, Ozgur Ozel li Amedê, wê pêşî serdana Serokatiya CHPyê ya Amedê bike û li wê derê wê bi birevebir û endamên partiya xwe re civînekê pêk bîne.

Ozgur Ozel paşê jî wê derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibe û bi hevşaredar Sera Bucak û Dogan Hatûn re hevdîtinekê bike.

Di hevdîtinê de ew ê li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd,  mijara erkdarkirina qeyûman, aboriya bajêr û kar û xebatên şaredariya Amedê biaxivin.

Serokê CHPê, piştî serdana Şaredariya Amedê, wê bi Parêzgarê Amedê re bicive.

Ozel wê bi Parêzgar re jî li ser pirsgirêkên bajêr biaxive.

Ozgur Ozel wê di dawiya serdana xwe de bi Serokê Platforma Bajar a Amedê Mehmet Kaya ku di heman demê de Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê ye re jî re hevdîtinekê pêk bîne.