Serokomarê Iraqê yasaya budçeyê îmze kir

08 April 2021 19:08 0 dîtin
Serokomarê Iraqê yasaya budçeyê îmze kir

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Berhem Salih yasaya budçeya 2021ê ku hefteya borî li parlamentoyê hatibû pesendkirin îmze kir.

Berhem Salih piştî îmzekirina yasaya budçeyê bal kişand ser pêwîstiya berdewamkirina reformên darayî û aborî û pêşxistina sektorên geşepêdanê.

Salih got, "Pesendkirina budçeyê tê wateya dadweriya civakî bo hemû herêmên Iraqê, dabînkirina mûçeyên karmend û xanenişînan û pêdiviyên welatiyan.”