Serokwezîr Barzanî, Konsulê Çînê pêswazî kir
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat dayîn, hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Konsulusê nû yê Çînê yê Herêma Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî, pêşwazî li Konsulê nû yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Jeon û şanda ligel wî kir.
Hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî di hevdîtinê de pîrozbahî li destbikariya nû ya Jeon kir û di kar û xebatên wî de jê re serkeftin xwest.
Her wiha hat destnîşankirin ku Konsulusê Çînê jî pêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê nirxand û bi kurtasî qala kar, çalakî û projeyên xwe yên li Herêma Kurdistanê bi taybetî di warên pêşvebirina hilberîn, liv û tevgerên bazirganî, xwendin û jîngehparêziyê de kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin