Serokwezîr Barzanî: Rêkeftina petrolê, hat destnîsankirin

04 April 2023 15:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Rêkeftina petrolê, hat destnîsankirin

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku rêkeftina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat destnîşankirin.

Serokwezîr Barzanî, piştî hevdîtina ku îro li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir, piştî civînê ligel Sûdanî, daxuyaniyek da çapemeniyê.

 Serokwezîr Barzanî, di axaftina xwe de got,

“Rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo hemû Iraqê girîng e. Ez ji bo vê rêkeftinê, destxweşiyê li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dikim. Ez dixwazim pîrozbahiyê li hemû gelê Iraqê û Herêma Kurdistanê bikim ji bo rêkeftina girîng.

Ez hêvîdar im ev rêkeftin bibe bingehek ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bibe sedema pesendkirina projeyasayên bûdce û petrol û gazê li Parlamentoya Iraqê.

Piştî rawestandina petrola Herêma Kurdistanê, ziyan ne tenê li xelkê Herêma Kurdistanê bû, ziyan gihîşt tevahiya gelê Iraqê. Ev şêweya nû ya hinardekirina petrolê Herêma Kurdistanê, dahata Iraqê zêdetir dike û em ê hemû jê sûdmend bin.”