Serokwezîr ferman da: Herîrê bû navçe
PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bajarokê Herîrê yê grêdayî parêzgeha Hewlêrê bû navçe.
Qeymeqamê Herîrê Şerwan Celal Beg di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand, Herîrê ku berê bajarokekî navçeya Şaqlava bû, bi biryara hejmara 423 ya di 31.01.2024an de hatiye dayîn, statuya navçebûnê standiye.
Celal Beg da zanîn ku berê jî wek proje hewl hatine dayîn ku Herîrê bibe navçe, lê belê ne di asta hêviyê de bûne û got: "Em ê bi projeyên ku bên bicihanîn, li gorî pêwîstiyê xizmeta gundan bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin