Serokwezîrê Japonyayê: Min tu biryar nestend
PeyamaKurd – Serokwezîrê Japonyayê Kishida Fumio, tevî ku hat vexwendin jî, red kir di serdana xwe ya gengaz a Ukraynayê de bersivek zelal bide.
Fumio piştî hevdîtina xwe ya telekonferansê ya bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re daxuyanî da rojnamevanan.
Wî got, "Heya niha derbarê serdana min a muhtemel de tu biryar nehatiye girtin. Ez dixwazim bi şert û mercên cuda nirxandinan bikim."
Di hevdîtinê de Kişîda diyar kir, welatî êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê şermezar dikin û ew ê alîkariyên zivistanê ji bo gelê Ukraynayê bidomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin