Sûriyeyî bo cejnê diçin welatê xwe

25 May 2019 18:00 0 dîtin
Sûriyeyî bo cejnê diçin welatê xwe

PeyamaKurd- Xelkê sûriyê yê ku li Tirkiyê weka penaber dijîn, bo cejna Remezanê, di deriyê Cîlvegözü de, li navçeya Reyhanliya bi ser Hatayê de, diçin Sûriyê. Xelkê ku dixwazin bo cejna Remezanê herin, bo mirovên xwe yên Sûriyê gelek eşya û diyariyan jî dikirin û bi xwe re dibin.

Polîs, cendirme û wezîfedarên gumrikê kontrola nasname û eşyayan bi awayeka bilez dikin. Ji 20 ê mehê heya niha li dora 16 hezar kes derbasî Sûriyê bûne û çûna wan heya 31 ê gulanê dê dewam bike.

Zarokên Sûriyeyiyan yên ku derbas dibin, aşiyên wan li çadira tenduristiyê ya ser sînor tênkirin. Di nava zarokan de yên ku temenê wan 0-14 e ne, aşiyên wan yên bo felca zarokan, sorik, mîrkutok û ya werma guh têkirin.

Heya niha aşiya di ser hezar zarokê de hatiye kirin.