Trump û Macron pêwendiyeke telefonî pêkanîn
PeyamaKurd - Berdevka Koşka Spî ragihand, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiyeke telefonî de li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pirsa kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi gotûbêj kir.
Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders bi daxuyaniyekê ragihand ku, pêwendiya telefonî di navbera herdu serokan de bi minasebeta serdana Trump bo Fransayê hat pêkanîn.
Berdevka Koşka Spî Sanders da zanîn ku, di wê pêwendiya telefonî de Trump û Macron pirsa kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi gotubûj kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku, pêwîste rastiyên bûyerê were zelal kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin