Ukrayna: Êrîsên Rusyayê, dijwar bûne
PeyamaKurd- Li gorî malpera Pravda ya Ukraynayê ku ji herêmên leşkerî nûçeyan çêdike, di 24 saetên dawî de li herêma Donetskê êrîş zêde bûne û di encama êrîşê de mirî û birîndar hene.
Di nûçeyê de bal tê kişandin ku duh bişev li bajarê Mikolayivê êrîşeke nû ya hêzên Rus çêbûye û di encamê de avahiyeke perwerdehiyê hatiye rûxandin.
Bi berdewamî hat ragihandin ku êrîşên dijwar ên li hember Donetskê berdewam bûne û di encamê de 3 sivîl hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat eşkerekirin ku li herêma Harkivê, ji aliyê Rusyayê ve ji 10an zêdetir moşek hatine havêtin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di êrîşên hatine kirin de 3 avahiyên mezin û 28 xanî jî hatine rûxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin