Ukraynayê, rizgarkirina gundekî ragihand
PeyamaKurd- Serfermandariya Ukraynayê ragihand ku hêzên artêşa wan, gundê Andriyivkayê rizgar kir.
Ji aliyê Serfermandariya Ukraynayê ve hat ragihandin ku gundê Andriyivkayê yê herêma Donetskê hatiye rizgarkirin û wiha hat gotin:
“Dijmin di warê mirovî û cebilxaneyê de derbeyên giran xwarin hêzên me, li ser sînorên ku hatine girtin bi cih dibin.”
Alîkara Wezîra Parastinê ya Ukraynayê Anna Malyar jî duh di daxuyaniya xwe de diyar kir ku leşkerên Ukraynayê di dema şer û pevçûnên bi artêşa Rusyayê re ber bi Bahmutê ya herêma Donetskê ve pêşve diçin û diyar kir ku gundê Andriyivka hatiye kontrolkirin.
Malyar piştre ragihand ku gund nehat rizgarkirin û pevçûnên tund bi hêzên Rusî re berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin