Welatên Awrûpa ketine pey hingivê Hîzanê

17 October 2018 19:17 0 dîtin
Welatên Awrûpa ketine pey hingivê Hîzanê

PeyamaKurd- Li navçeya Hîzanê ya bi ser bajarê Bedlîsê, hingivê mêşan yê ku li zozanên bilind, di kewarên ji heriyê de tê bidestxistin, bi tama xwe, bi aroma xwe ku xwediyê ciyeka taybete, niha dest bi derxistina wî hingivî kirin.

Di nava xelkê Hîzanê de gelek kes hene ku debara xwe bi hilberîna hingiv dikin û hingivê wan bê ku şekir bidin mêşan, tê bidestxistin.

Hingivê Hîzanê bo Hollanda, Brîtanya û Qatarê tê şandin û niha hewl tê dayîn ku bifroşin deh welatên weka Erebistanê, Almanya û Îtalyayê.

Li Hîzanê li dora 60 hezar kewarên mêşa hene ku ev jî dike %39 ê kewarên ku li Tirkiyê hene. Li Hîzanê hingivê sun’î jî tê hilberîn lê kiloya wî gelek erzane. Hingivê esasî kiloya wî li dora 500 lîreyê Tirkiyê tê firotin.

Eger di floraya wê deverê de cehtirî û gûnî hebe, ew tameka gelek xweş didin hingivê deverê ku di devera Hîzanê de, ev her dû jî hene.