Welatên zilhêz ji bo Îranê dicivin
PeyamaKurd - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) îro Duşemê ragihand ku Çîn, Rûsya, Fransa, Almanya û Brîtanya wê 26ê Sibatê li Vîyana bicivin û li ser çawanîya zindîkirina peymana nukleerî ya 2005an a bi Îranê re gotûbêj bikin.
Brîtanya, Fransa û Almanya, 14ê Çileyê 2020an Îran bi fermî tawanbar kiribûn ku xalên paymanê binpê kiriye û ew jî dikare dorpêçên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên dijî Îranê jinûve aktîf bike.
Nûnerê Bilind ê Yekîtîya Ewropa Josep Borrell, di dema serdana xwe ya Tehranê de, 4ê Sibatê gotibû ku ew dê dema paymanê bi awayekî nedîyar dirêj bikin daku nehêlin Konseya Ewlekarîya NY dorpêçên nû li ser Îranê ferz bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin