Yekîtiya Ewropayê bertek nîsanî Rûsyayê da
PeyamaKurd – Josep Borrell Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) derbarê nûçeyên ku beriya civîna Wezîrên Pêşketinê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) hewl da bi dronê êrîşî avahiya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a li Kremlînê bike daxuyani da.
Borrell diyar kir, Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bi zelalî gotiye ku welatê wî bi van êrîşan re têkildar nîne û got, Ukrayna li hemberî Rûsyayê xwe parastiye û êrîşî axa Rûsyayê nekir.
Borrell di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
"Em ji Rûsyayê daxwaz dikin ku vê êrîşa bi navê xwe wek hincet bikar neyne ji bo gurkirina şer. Tiştê ku me xemgîn dike ev e ku ew dikare ji bo rewakirina leşkerkirina zêdetir kesan, şandina zêdetir leşker, êrîşên zêdetir li ser Ukraynayê were bikaranîn."
Herwiha tekez kir, YE wê piştgiriya Ukraynayê bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin