Zêdetirî 20 hezar girtî hatin berdan

23 April 2020 20:39 0 dîtin
Zêdetirî 20 hezar girtî hatin berdan

PeyamaKurd – Rêveberiya Bexdayê li Iraqê, bi sedema tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê zêdetirî 20 hezar girtî berdan.

Encûmena Bilind a Daraza Iraqê ragihand, di çarçoveya biryara jûra krîzan li Iraqê û Daraza Bilind ku bo rûbirûbûna vîrusa korona hatine avakirin, heta niha 20 hezar û 40 girtiyên li girtîgehên Iraqê hatin berdan.

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiya Irdaqê li seranserê welêt hejmara miriyên ji nexweşiya Covid-19 gihîştiye 83 kesan û hejmara tûşbûyan jî bûye 1631 kes ku amarên Herêma Kurdistanê jî di nav wan de ne.

Herwiha hatiye ragihandin ku dê di meha Remezanê de, di navbera demjimêr 19:00-06:00ê sibehan de qedexeya derketina derve berdewam bike.