Zelenskiy: 45 balafirên bêmirov hatin jinavbirin
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê ragihand ku di sala nû de jî êrîşên Rusyayê berdewam in û wan di roja pêşîn a salê de 45 balafirên bêmirov jinav birine.
Volodimir Zelenskiy diyar kir ku artêşa Rusyayê, di roja pêşîn a sala 2023yan de bi balafirên bêmirov êrîşî Ukraynayê kiriye û da zanîn ku 45 balafirên bêmirov, ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hatine jinavbirin.
Zelenskiy destnîşan kir ku ew ê ji bo serxwebûna Ukraynayê têkoşîna xwe berdewam bikin û got, "Ew nikarin salekê jî ji Ukraynayê diziyê bikin, ew ê nikaribin serxwebûna me bistînin. Em ê tiştekî nedin wan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin