Zelenskiy: Rusya, amadekariya êrîsa enerjiyê dike

04 September 2022 21:35 0 dîtin
Zelenskiy: Rusya, amadekariya êrîsa enerjiyê dike

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser dorpêçên ku ji aliyê welatên Ewropayê ve li dijî Rusyayê dewam dikin, axivî û ragihand ku Rusya amadekariyê dike ku li dijî Ewropayê, êrîşa enerjiyê bike.

Rayedarên kompaniya Gazpromê, xeta ku diçû Ewropayê, bi hinceta ku xirab bûye, bi temamî girtibû. Volodimir Zelenskiy, li ser vê biryara Rusyayê da zanîn ku ev yek bi zanabûn hatiye kirin.

Zelenskiy da zanîn ku Rusya, amadekariyê dike da ku vê zivistanê jiyana asayî ya Ewropayiyan tune bike.

Volodimir Zelenskiy li ser mijarê, ev şîrove kirin:

“Van rojan, Rusya hewil dide ku pêkutiya xwe ya enerjiyê, li ser Ewropayê zêdetir bike. Xeta gazê ku diçû Ewropayê, bi temamî qut kir. Çima vê yekê dikin? Rusya, dixwaze jiyana asayî ya Ewropayiyan tune bike.

Dema ku Rusya nikare vê yekê bi hêza çekên konvansiyonelî bike, bi hêza enerjiyê dike. Li cihên ku nikare moşekan bi kar bîne, hewil dide bi xizanî û aloziyên siyasî êrîşan bike. Rusya, xwe amade dike ku vê zivistanê, êrîşa enerjiyê li dijî hemû Ewropayiyan bike.”