23 parlamentarên Îranê bi vîrûsa korona ketine

03 March 2020 16:54
23 parlamentarên Îranê bi vîrûsa korona ketine

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê, Ebdulriza Misrî îro Sêşemê ragihand, testên vîrûsa koronayê li ser 23 parlamenteran pozîtîv derketiye ku ew bi wê nexweşînê ketine.

Ebdulriza Misrî îro li Tehranê di civîneke rojnamevanî eşkere kir ku, rêjeya navenda tûşbûna parlamenteran ji rêjeya navenda tûşbûna welatiyan zêdetir e û got, ji bo parastina xelkê biryar hat dayîn ku civînên vekirî yên parlamentoyê bêne betalkirtin, lê belê çalakiyên parlamentoyê dê berdewam bin.

Misrî ragihand, ew parlamenter ji ber ku peywendiya wan a nêzîk bi xelkê re heye, bi vîrûsa koronayê ketine.

Rayedarê Îranî diyar kir, wan ji parlamenteran xwestiye ku têkiliya xwe bi xelkê re qut bikin, daku virus zêdetir belav nebe ji ber ku parlamenter ji navçeyên cuda yên Îranê ne û bi hevdîtina ligel xelkê dibe ku vîruseke nû derkeve holê û ew yek metirsiyê mezintir dike.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê da zanîn ku biryara betalkirina civînên vekirî yên parlamentoyê, li gorî biryara Encûmena Bilind a Asayişa Netewî û Komîteya Rûbirûbûna koronayê hatiye dayîn.

Heta niha li Îranê bêhtirî 60 kesan ji vîrusa koronayê mirine û ji ber belavbûna li Îranê, li welatên Iraq û Herêma Kurdistanê jî tûşbûyên vîrûsê hatine tomar kirin.