Nivîskarekî navdar ê Îranê ji ber vîrûsa korona mir
PeyamaKurd – Li gorî medya fermî ya Îranê Ferîburz Reîs Dana yê nivîskar û aborînasê navdar ê Îranê di temenê xwe yê 71 salî de ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest daye.
Li gor malpera İSNAyê Ferîburz Reîs Dana 6 rojan li nexwaşxaneyê maye û îro 16ê Adarê li Tehranê koça dawiyê kiriye.
Ferîburz Reîs Dana sala 1949ê li Tehranê ji dayîk bûye û yek ji mamosta û şarazayê aborî yê zankoya Tehranê bû û endamê Kanûn a nivîskarên Îranê bû. Herwaha doktora xwe di warê aborî û zanistên siyasî de li Londonê temam kiribû.
Berhemek derbarê aborî û geşepêdana sosyalîzmê de nivîsandiye.
Li gorê amarên dawî yên Wezareta tenduristiya Îranê, di 24 saetên borî de 129 kesên din ji ber nexweşîna koronayê mirine û hejmara miriyan bi giştî bûye 853 kes.
Herwiha di 24 saetên borî de hezar û 53 kes jî bi nexweşiya koronayê ketine û hejmara tûşbûyan gihîştiye 14 hezar û 991 kesan. Li gorî amarên hikûmeta Îranê, nêzîkî 5 hezar nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin