Ji Îranê berteka vîrûsa korona: Trump terora bijîskî bikar tîne

08 March 2020 20:42 0 dîtin
Ji Îranê berteka vîrûsa korona: Trump terora bijîskî bikar tîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got, Serokê Amerîkayê Donald Trump terora aborî û bijîşkî li dijî Îranê, ji bo lawazkirina di rûbirûbûna coronayê de, bi kar tîne.

Zerîf dibêje, “Welatiyên me ji ber coronayê dimirin û pêwîstiya me bi hinardeyên welêt ji bo rûbirûbûna vîrûsê heye, lê di demeke wisa de Trump cezayên Amerîkî yên ne qanûnî li ser Îranê zêde dike.”

Zerîf bang li welatên cîhanê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, çimkî ”terora Amerîka ya bijişkî, ne kêmî ya aborî ye”.

Li Îranê nexweşîna vîrûsa koronayê bûye metirsiyeke mezin ku heta rayedarên bilind ên Îranê jî bi wê nexweşînê ketine û dimirin.