68 parlamenterên ewropî bi nameyekê banga vekisîna Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê kirin

21 October 2020 14:22 0 dîtin
68 parlamenterên ewropî bi nameyekê banga vekisîna Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê kirin

PeyamaKurd - 68 parlamenterên endamê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê, bi nameyekê ji serokatiya parlamentoyê xwestin, ji bo lêkolîna binpêkirinên hêzên Tirkiyê û komên çekdar li herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê şandekê bişîne û banga vekişîna komên çekdar û hêzên tirk ji wan herêman kirin.

Endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê  François Alfonsi, Andreas Schieder, Nikolaj Villûmsen jî di nav de 68 parlamenteran, nameyek ji serokê parlamentoyê David Sassoli re şand û xwest, binpeêkirnên li Rojavayê Kurdistanê ji aiyê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê hatine encamdan li cihê xwe bêne lêkolînkirin.

Parlameneteran bang li David Sassoli kir ku li wan herêmên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de, ji bo tespîtkirina binpêkirinên hatine kirin, şandeke taybet ji parlamenteran bi serokatiya Parlamenta Ewropayê ava bike û bo herêmê bişîne.

Parlamenteran rapora 14ê Tebaxa 2020an rapora Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Komara Ereb a Sûriyeyê bi girîngî nirxandin û gotin, ew rapor îspat dike ku ji aliyên grûpên girêdayî Tirkiyê ve li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê binpêkirinên mafên mirovî hatine encamdan.

Parlamenter di nameya xwe de bibîr dixin ku piraniya qurbaniyên binpêkirinan Kurd in û dibêjin: “Qurbaniyên binpêkirinan ji destdirêjiya seksê  heta revandina mirovan û kuştina bêdaraz û ji gelek kiryarên din giliyan dikin.”

Parlamenteran xwest ku desthilatdariya Tirkiyê peywendiyên weke polîtîk, aborî û leşkerî û piştgiriya xwe ji bo van grûpên ku mafên mirovan binpê dikin, qut bike û ev bang kirin:

“Em bang dikin ku artêşa Tirk û komên ser bi wê ve dawî li dagirkeriya li Bakurê Sûriyeyê bînin û ji wê herêmê vekişin.”