AA: SMOyê li dijî Tel Rifatê operasyon da destpêkirin

01 December 2024 18:51 0 dîtin
AA: SMOyê li dijî Tel Rifatê operasyon da destpêkirin

PeyamaKurd – Ajansa Anadolu (AA) îdia kir ku komên çekdar ên di bin kontrola Tirkiyeyê de yên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) li dijî korîdora ku YPG plan dike ku ber bi Tel Rifatê veke operasyon da destpêkirin.

AAyê nûçeya xwe dispêre "çavkaniyên ewlehiyê".

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku piştî êrîşa Heyet Tahrîr Şam a li Helebê, rêveberiya Sûriyeyê hin herêm ji YPGê re hiştine.

Hate gotin ku rêveberiya Sûriyeyê ji YPGê daxwaza destek kiriye û piştre jî cih ji YPGê re vekiriye, "Rêveberiya Sûriyeyê dest bi veguhestina herêmên di bin kontrola xwe yên li rojhilatê Firatê de ji hêzên YPGê re kir, hejmareke zêde ya endamên YPGê yên ji rojhilatê Firatê derbasî herêma Helebê bûn û çekên giran ên girêdayî wê rêxistinê sewqiyata herêmê kir."

Hat ragihandin ku YPGê plana çêkirina korîdorekê di navbera Tel Rifat û bakur-rojhilatê Sûriyeyê de amade kiriye û ev plan ji aliyê SNAyê ve hatiye astengkirin.

Herwiha hat îdiakirin ku SNA ya di bin fermandariya Tirkiyeyê de bi operasyona bi navê "Operasyona Berbanga Azadiyê" rêya di navbera Reqa û Helebê de girtiye û nehiştiye YPG di navbera Tel Rifat û bakurê rojhilatê Sûriyeyê de korîdorekê çêbike.