Amarên dawî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin eskere kirin

27 July 2020 00:48 0 dîtin
Amarên dawî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin eskere kirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Şamê ragihand li herêmên 2 ji vîrusa korona mirine û 23 kesên din jî pê ketine.

Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tenduristiya Sûriyê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 650 kesan û heta niha 38 kes mirine ku 191 kes jî baş bûne.

Herwiha Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa ragihand ku li herêmên Rêveberiya 2 pêketiyên din ên vîrusa Koronayê hatine tesbîtkirin ku li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîştiye 8 kesan.

Li sernserê cîhanê heta niha zêdetirî 16 milyon kes bi vîrûsa koronayê ketine û herî kêm 649 hezar kesan jî pê can daye.