Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Sûriyê hat ragihandin
PeyamaKurd - Li Sûriyê, 46 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 3 kesan jî ji ber vîrûsê can dan.
Li gor Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê diyar kir, di 24 saetên dawî de 46 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 3 kesan jî can dane.
Wezaretê destnîşan kir, 14 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û hejmara kesên ji wê nexweşiyê baş bûne gihîştiye 1 hezar û 88 kesan.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 4 hezar û 148 kesan, 197 kesan jî can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin