Amerîka | Di êrîsa ser Dêrê de 2 kes bi kêran hatin kustin
PeyamaKurd - Li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê, kesekî bi kêrê êrîşî Dêrê kir ku di encama êrîşê de 2 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî bi birîdar bûn.
Hat ragihandin ku şeva Yekşemê, li Dêra Grace Baptist a bajarê San Jose yê eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê kesekî bi kêrê êrişî xelkê sivîl kir.
Polîsê San Jose ragihand ku êrîş dema merasîmeke olî birêve diçû hat kirin û di encama wê êrîşê de 2 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndan bûn.
Serokê şaredariya Kalîforniyayê jî ragihandiye ku tometbarek hatiye binçavkirin, lê hêj polîs ew nûçe piştrast nekiriye.
Dorûbera Dêrê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye pêçan û lêkolînên li ser bûyerê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin