Amerîka: Eger hun ji Rûsyayê balafiran bikirin em ê dorpêçan deynin ser we
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li ser ku Amerîka balafirên F-16 an nafroşe Tirkiyê, Erdoğan gotibû:
“Di dinyayê de welatên ku balafiran difroşin ne tenê Amerîkaye. Em dikarin ji her derê bikirin. Îngîltere, Fransa û Rûsya difroşe. Welat hene ku îşaretan didin me.”
Li ser van gotinên Erdoğan rêvebirekî Amerîkayê yê wezareta karên derve ji bo rojnameyekî Atînayê axifî û got ku eger Tirkiye ji Rûsyayê balafiran bikire, dibe ku dorpêçên CAATSA yê deynin ser Tirkiye.
Erdoğan di mijara nefirotina F-16 an de weha gotibû:
“Em temennî dikin ku Amerîka me sewqî rêyên din neke. Yanî qesda min ji rêyên din ew ku ne tenê Amerîka balafiran difroşe. Îngîltere, Fransa û Rûsya jî difroşe.”
Rêvebirê wezareta karên derve yê Amerîkayê ragihandiye ku kirîna S-400 an li dijî soza endamên NATO yê ye ku li Varşovayê di sala 2016 an de soz dabûn. Li Varşovayê her weha herkes soz dabû ku ji Rûsyayê sîlihan nekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin