Amerîkayê peyamek pîrozbahiyê bo rêkeftina Sengalê belav kir
PeyamaKurd – Li Iraqê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê rêkeftinek hat îmzekirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dilxweşiya xwe ji bo rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de diyar kir.
Li Bexdayê do, di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftina Şengalê hat îmzekirin. Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di civînê de bû.
Bi daxuyaniyekê, Balyozxaneya Amerîkayê bo çareseriya aştiyane a Şengalê, pîrozbahî li Hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.
Hat diyarkirin, welatê wan piştevaniya bicihanîna rêkeftinê dikin. Da ku hem ji Herêma Kurdistanê re û hem jî ji Iraqê re aramî pêk bê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin