Artêsa Azad dest danî ser 13 sîvîlan

29 September 2019 01:49 0 dîtin
Artêsa Azad dest danî ser 13 sîvîlan

PeyamaKurd- Navenda Îhlalên Mafan ya Bakûrê Sûriye (NÎMBS) ragihand ku hêzên bi ser Artêşa Azad ve roja pêncşem û înê dest danî ser 13 sîvîlan. Li gor ragihandina navendê; di 27 ê êlûnê de roja pêncşemê li gundê Xidriya yê bi ser nahiya Bilbil a Efrînê, 6 kesên sîvîl ji aliyê polîsan de hatine girtin.

Cepha Şamê ya bi ser Artêşa Azad ya Sûriyê de, li nahiya Şerayê li gundê Mehriskê bav û kurê wî girtine. Li gundê Qestelê ya bi ser Bilbilê, 5 kes ji aliyê polîsan de hatine desteserkirin.

Piştî 18 ê adara 2018an ku Efrîn ket destê Artêşa Azad ya Sûriyê, revandina mirovan, tehdîd, îşkence, fîdye û kuştina mirovan dawî li wan nayê û mafên mirovan tên binpêkirin. Heya niha ji civaka navdewletî, di mijara îhlalên mafan yên li Efrînê, deng derneketiye.