Artêsa Tirk û komên çekdar gundên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin
PeyamaKurd – Di demeke ku gefên deshilatdarên Tirkiyê yên êrîş û operasyonan bi ser Rojavayê Kurdistanê de zêde bûne, artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve, li bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê du gund topbaran kirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî hatine bidest xistin, îro danê sibê gundên Tel Şenan û Derdara yên Til Temirê hatin topbaran kirin ku ew gund di bin kontrola HSDê de ne.
Herwiha li gorî çavkaniyên herêmê, li bakurê Helebê jî di navbera grubên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û YPGê de şer û pevçûn rû didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin