Artêsa Tirkî li Çewligê dest bi operasyoneke nû kir
PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê diyar kir, li Çewligê bi beşdariya 960 personelî dest bi "Operasyona Cendirmeyê Şehîd Bînbaşi Adil Karagoz a Eren-Zivistan-16" kirine.
Wezaretê Karên Navxweyî ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê da zanîn, Operasyonên Eren ên Zivistanê yên ku li nava welêt ji bo bidawîkirina bi temamî ya terorê tên meşandin, bi piştgiriya gel bi awayekî serkeftî didomin.
Di vê çarçoveyê de li Çewligê bi beşdariya 960 personelî ve "Operasyona Cendirmeyê Şehîd Bînbaşi Adil Karagoz a Eren-Zivistan-16 (Çewlig-Saggoze)" hat destpêkirin.
Hat eşkerekirin, di operasyonê de, 71 tîmên operasyonel, 960 cendirmeyên komando, JOH û gundparêz beşdar in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin