Artêsa Tirkiyê dewriyeya Rûsî bombebaran kir: Polîsekî Rûsî birîndar bû

29 October 2019 16:53 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê dewriyeya Rûsî bombebaran kir: Polîsekî Rûsî birîndar bû

PeyamaKurd - Çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê radigihînin ku demek berê artêşa Tirkiyê karwana dewriyeya polîsên leşkerî yên Rûsî bombebaran kir.

Li gorî agahiyan li Dirbêsiyê Karwanê leşkerî ya Rûsyayê rastî topbarana artêşa Tirkiyê hat û leşkerekî Rûsî birîndar bû. Li gorî zanyariyan di wê êrîşa topa hawinê de 4 sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî rêkeftina Soçî ya 22yê Cotmehê îro mohleta 150 saetan bo vekişîna ji sînoran a hêzên Kurd bi dawî dibe û li pey wê jî dewriyeyên leşkerî yên Rûsya-Tirkiyê dest pê dikin.