Balafira alîkariyên tenduristiyê yên bo koronayê ket: 6 kesan can da

05 May 2020 14:17 0 dîtin
Balafira alîkariyên tenduristiyê yên bo koronayê ket: 6 kesan can da

PeyamaKurd - Li welatê Somaliyê balafireke alîkariyên tenduristiyê yên bo vîrûsa koronayê dibir, ket xwar û 6 kesên tê de bûn can dan.

Berpirsekî ewlehiya Somalyayê ragihand, balafir li devera Bay ya li başûrê welêt, li nêzî balafirgeha Bardal ketiye xwarê û ew balafir girêdayî kompaniya ‘African Exepress’ a hewayî ye û alîkariyên ji bo nexweşên vîrûsa koronayê vedughestin.

Wezîr Gihandinê yê Somaliyê Mohammed Salad jî da xuyakirin ku 6 kesan di balafirê de can daye û 5 hatine dîtin, li yekî jî digerin.

Li gorî hinek çavkaniyan jî tê îdiakirin ku balafir ji aliyê rêxistina Eş Şebabê ve hatiye xistin ku li herêma Mogadîşu gelek caran hêzên ewlehiyê dikin armanc.