Bavê êrîskarê Trump polîs agahdar kiriye ku tivinga wî û kurê wî winda ne
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bavê êrîşkarê mîtinga namzedê Komariyan ê seroktiya Amerîkayê Donald Trump, polîs agahdar kiriye ku tivinga wî û kurê wî Thomas Matthew Crooks winda ne.
Matthew Crooks ê 20 salî roja Şemiyê dema mîtinga Trump a li bajarê Butler ê Pensilvaniyayê rastî êrîşa bi çek hatibû û ji guhê xwe birîndar bûbû.
Li gorî NBC News, hêzên ewlekariyê gotine, piştî êrîşê polîs hatiye agahdarkirin.
Matthew dema êrîşê hatibû kuştin û herwiha karmendekî Îtfaîyê jî bi çeka wî hatibû kuştin. Dîsa du kesên din jî birîndar bûbûn ku hê jî li nexweşxanê têne tedawîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin