Bernameya serdana Papa ya Iraq û Kurdistanê eskere bû

08 February 2021 21:23 0 dîtin
Bernameya serdana Papa ya Iraq û Kurdistanê eskere bû

PeyamaKurd - Vatîkanê bernameya serdana Papa Francis ya bo herêma Kurdistanê û Iraqê eşkere kir. Di bernameya serdanê de paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr, navçeya Qereqûş û navçeya Ur û parêzgehên Bexda û Mûsilê hene,

Serdana Papa dê roja 5ê Adarê destpê bike û heta roja 8ê Adarê berdewam bike.

Biryare roja înê ya 5ê Adarê Papa bi rêya balefirgeha navdewletî ya Bexdayê ve ji aliyê serokwezîrê Iraqê ve pêşwazî lê bê kirin û her li wê derê jî civînê dê bikin. Piştre dê li qesra Selam a Bexdayê ji aliyê serokomarê Iraqê ve pêşwazî lê bê kirin.

Papa roja piştî wê jî dê serdana Necefê bike û li gel merciya şîe Elî Sîstanî bicive û ji wê derê ve serdana bajarê dîrokî yê Ur bike.

Roja yekşemê jî ango 7ê Adarê jî dê serdana Hewlêrê bike û bi balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê dê li gel berpirsên payebilindên herêma Kurdistanê û kesayetên olî bicive.

Piştre jî dê serdana Mûsilê bike û dê beşdarî merasîmên olî yên ji bo qurbaniyên şer bike, piştre dê biçe navçeya Qereqûş û careke din dê vegere Hewlêrê.

Roja yekşemê jî dê li stadyuma Franso Herîrî merasîma olî birêve bibe û roja duşemê jî vegere Bexdayê û ji wê derê ve jî dê vegere bo Vatîkanê.