Papa tevî êrîsan jî serdana Iraq û Kurdistanê betal nake...
PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francîs ku biryar e roja 5ê Adarê serdana Iraqê û Kurdistanê bide destpêkirin, wê digel êrîşan jî serdana xwe bike û betan neke.
Papa Fransîs di gotara xwe ya îro Çarşemê de got: "Roja îniyê bi destûra Xwedê ezê biçim Iraqê."
Papa di gotara xwe de diyar kir: "Min xwest serdana mirovên ku demeke dirêj e gelek êş û azaran dikişînin bikim."
Hêjayî bibîrxistinê ye, îro 3yê Adarê danê sibê bi 10 moşekan êrîşî binkeya leşkerî ya Eyn El-Esed a li Enbarê hat kirin ku dora 2 hezar leşkerên Amerîkî tê de dimînin.
Hat zanîn ku ji ber êrîşê kesekî ku bi girêbest bi Amerîkiyan re kar dikir, bi kirîza dil can daye.
Li gorî bernameya hatiye eşkerekirin, Papayê Vatîkanê 5ê Adarê serdana Iraqê dike û roja 7ê Adarê jî serdana Hewlêrê dike û ji aliyê berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin.
Wê Papa li yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêrê, bi amadebûna 10 hezar kesan nimêjeke ayînî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin