Berpirsê BCFê pistî hat berdan: PKKê wekî tohmetbar mamela xirab li min kir

05 May 2019 20:43
Berpirsê BCFê pistî hat berdan: PKKê wekî tohmetbar mamela xirab li min kir

PeyamaKurd - Berpirsê ofîsa Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li Şingalê Pîr Deyan Ceifer ku dema xwestin alîkariyan ji Kurdên Êzidî re bibin rêbirî li wan hatibû kirin û hatibû girtin da xuyakirin, her dema ku PKKê daxwaza lêborînê bike û soz bide ku wan karan li wî sînorî dubare nake, dest bi çalakiyên wiha dike.

'WEK TOHMETBAR MAMELEYA XIRAB LI MIN KIRIN'

Berpirsê ofîsa Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li Şingalê Pîr Deyan Ceifer ji BasNewsê re ragihandiye, ‘’Reftarên PKKê li Şingalê, di dema girtina min de gelek neşirîn û xirab bû. Wek tometbarekî li gel min danustan kirin.’’

'PKK HER DEMA LÊBORÎNÊ DIXWAZE VAN KARAN DUBARE DIKE'

Herwİha got: ‘’Her demekî ku PKK daxwaza lêborînê kiriye û soz daye ku wan karane dubare nake, dest bi kar û çalakiyan kirine.’’

Hêjayî bîrxistinê ye, hefteya borî Dezgahê Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li Şingalê ragihandibû ku ji ber girtina berpirsê ofisa wan ji aliyê PKKê ve karên xwe li wî sînorî ragirtine.’

We ev nûçe xwendibû? Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo 'Kurdên Êzidî' bang li PKKê kir