Berpirsekî YNKê 5 roj in ji aliyê PKKê ve hatiye revandin

25 April 2022 19:37 0 dîtin
Berpirsekî YNKê 5 roj in ji aliyê PKKê ve hatiye revandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku berpirsekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Dezgeha Zanyariyan a YNKê bi navê Mihemed Şah Merwan ji aliyê PKKê ve hatiye revandin û 5 roj in agahî jê nîne.

Mihemed Şah Merwan berpirsê berê û kesayetiya diyar a Dezgeha Zanyariyan a YNKê û Cîgirê Berpirsê Malbenda 24 a Raperînê ye ku li gorî zanyariyên medyayî ji aliyê PKKê ve hatiye revandin û hîn jî çarenivîsa wî nediyar e.

Berpirsekî pilebilind ê YNKê û dezgeha ewlehiyê ji K24ê re daye xuyakirin, dawiya hefteya borî Mihemed Şah Merwan û kesekî nêzîkî wî çûne gundê xwe “Rejî Keryan” ê li binarê çiyayê Qendîlê ku serdana mal û milkên xwe kiriye û li wir ew ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.

Hat diyarkirin ku niha YNK li ser asta serkirdatiyê bi PKKê re di guftûgoyan de ye ji bo Mihemed Şah Merwan berdin, lê PKKê ne amade ye wî azad bike.

Dema gundî û û berpirsên partiyan dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe li gundên ku li binarê çiyayê Qendîlê ne, metirsî li ser jiyana wan çêdibe.

Beriya niha di havîna sala 2020an de jî endamê Encûmena Bilind a Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Mihemed Girtikî dema çûbû cih û warê xwe li binarê çiyayê Qendîlê, ji aliyê PKKê ve hatibû revandin û piştî salek û 4 mehan hatibû berdan.