Bexda di demek nêzîk de 200 milyar dînarên din disîne Kurdistanê
PeyamaKurd – Parlamentarê Kurd ê Endamê Komîsyona Darayî li parlementoya Iraqê Şêrwan Mîrza ragihand, di demek nêzîk de hikûmeta Iraqê wê 200 milyar dînarên din jî bide Herêma Kurdistanê.
Şêrwan Mîrza ji K24ê re daye xuyakirin, li gorî rêkeftina navbera hikûmetên Kurdistan û Iraqê, hikûmeta Iraqê wê di demek nêzîk de 200 milyar dînarên din jî bişîne Kurdistanê got: “Di çarçoveya wê rêkeftinê de divê hûrbînî li ser dahata Herêma Kurdistanê xilas bibe da ku hikûmeta Iraqê her meh 200 milyar dînaran bide Herêma Kurdistanê.”
Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Iraqê meha borî 200 milyar dînar dabû Herêma Kurdistanê, ji ber wê jî lêbirîna mûçeyê karmendên Kurdistanê êdî nemaye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mersûr Barzanî hefteya borî ragihandibû ku heger Bexda sozên xwe bicih bîne û her meh 200 milyar dînar bide Herêma Kurdistanê, êdî mûçe dê bê lêbirîn were dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin